Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Girtiyên li Îranê bi metirsiyeke cidî re rû bi rû ne

Komîteya Berdana Girtiyên Siyasî ragihand ku ji ber hilweşîna rêveberiya li girtîgehê û kêmaniya pêwîstiyên bingehîn metirsiyeke cidî li ser jiyana bi hezaran girtiyan heye.

Komîteya Berdana Girtiyên Siyasî ya li Îranê, rewşa girtiyên li Girtîgeha Îranê di asteke krîtîk de ye û girtî metirsiyek mezin a bi karesateke mirovî re rû bi rû ne.

Li gorî agahiyên komîteyê parve kiriye; pergala îdarî ya li girtîgehê têk çûye, xebatkaran cihên karê xwe terikandine û derî li girtiyan hatine girtin. Komîteyê, da zanîn ku ji ber belavkirina xwarinê hatiye sekinandin, kantîn hatine girtin û peywendiyên girtiyan bi dinyaya derve re nîne, bi hezaran girtî bi metirsiyek cidî rû bi rû ne. 

Komîteyê bang li saziyên mafên mirovan û raya giştî ya navneteweyî kir ku ji bo girtiyan tavilê xwarin û vexwarin bên dayin, xizmeta tenduristiyê bê dayin û derfet bên dayin ku bikarin bi malbatên xwe re peywendiyan deynin. Her wiha hate xwestin ku şert û mercên girtîgehê ji hêla saziyên serbixwe ve bê lêkolînkirin.